10 April 2025 - 22:29
Şîdeta dijî jinan li girtîgehên Enqerê

Dezgeha Mafên Merivan a Baroya Parêzerên Enqerê ragihand ku jinên nerazî yên dijî desteserkirina Ekrem Imamoglu ku hatine desteserkirin, li navendn desteserkirinê tûşî işkence û tazîkirinê bûne.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) EBNA- Bi dû desteserkirina gellek kesên dijî desteserkirina Ekrem Îmamoxlu Şaredarê Istenbolê ku ji hêla hêzên emnî va bo Dayra Ewlehîyê ya Enqerê hatin veguhestin, jinên hanê ragihandin ku li navendên desteserkirinê ketine ber lêgerîna laşê, tam hatine tazîkirin û tûşî işkence û azirandina fîzîkî bûne.

Herwiha pêşîya parêzerên wan hatîye girtin. Bi dû vê aşkirakirinê, dozek dijî Serokpolîsê Enqerê hat vekirin. 

Serepeyv

 

JIN

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha